Di derbarê TKP/ML de,
Tevgera Komûnîst a Tirkiyê cara yekem di pêşengiya rêheval Suphî Mustafa de di 10’ê Îlona 1920’an de bû partî. Partiya ku di xêza kamûnîstê de hat avakirin demeke nêz de, ji encama komployeke hovitiyê de hemû pêşengiya xwe winda kir. Partî pêşî di xêza oportûnîst û piştre jî di xêza revîzyonîst de xwe teriqî(savruldu). Nêzî 50 salan di vî xêzê de xeta rasîfîst û revîzyonîstê rêxistin kir û di têkoşîna kategeriyê de proletarya bê pêşeng ma. Îbrahîm Kaypakka ku di encama têkoşîna li TÎÎKP’ê da partiya me TKP/ML hat avakirin, ew partiya “nû” ya heman tevgera komunîst a ku di rêbertiya rêvehal M. Suphî pêşengiya wê dike ye. Rêheval Îbrahîm Kaypakkaya ne bi tenê li dijî pêşengiya TÎÎKP’ê; li dijî hemû revîzyonîzmê, pasîfîzmê, li hev hatinê bênavber têkoşîna xwe meşandiye û ji nû ve astengiyên ku li ber xêza komunîst ku nû pêşxistiye di 24’ê Nîsana 1972’an de bi avakirina partiyê ve ji holê rakir.
Ji nû ve bidestxistina xeta partiye ya di pêşengiya Îbrahîm Kaypakkaya de, di heman demê de tevkariya ”Şoreşa Proleterâ Mezin a Çandê” (ŞPMÇ) ku ji “Tevgera konunîst a Cîhanê” bûbû ronahî diyarker e. ŞKMÇ’ya di pêşengiya Mao Zedûng de tevahiya gelên cîhanê ên ku mecbûrî kapîtalîzmê hatine kirin li dijî revîzyonîzma hemdem a ku SBKP’ya Kruşçev pêşengiya wê dikir û bi taybetî têkoşîna çînî ya di welatên sosyalist de ji bo xizmeta bûrjûwaziyê bikar bîne û li tevgera antî-şoreşger û Marksîzm-Lenînîzm û MAOÎZMa ku weke hêza wê ya sêyemîn pêş diket şoreşa di dîrokê de herî mezin a ku xwe disparte girseyê ye. Dema BPDK bilez hewl da tevgera Komunîst a Cîhanê di revîzyonê re derbas bikerêheval Îbrahîm Kaypakkaya jî bûye pêşengê vê tevgerê yê Tirkiyeyê. Wî cihê xwe yê di nava Tevgera Komunîsta Cîhanê de bi pêxistina MLM’yê ya komunîst di rastiya Tirkiyeyê de daye nişandan. Dîsa tevgerên civakî û pêlên şoreşger ên k udi dawiya salên 1960’î de li cîhanê pêş ketin Tirkîye jî dorpêç kiriye. Dîsa tevgera gundiyan û bi taybetî tevgera karkeran diyarker e. Vê rewşê di welat de zemîna şoreşger, ramanên şoreşger û çêbûna helwesta komunîzmê afirandiye. Di vê tabloyê de 1970 15-16’ê hezîranê de Berxwedana Mezin a Karkeran bu sedem ku fikra riya şoreşê ya heval Kaypakkaya zelal bibe û derkeve holê. Di sala 1971’ê de pêşengên ciwanên şoreşger bi damezirandina rêxistinên çekdar û partiyan têkoşîn birine zemînek nû. Heval Kaypakkaya tevahiya van geşedanan sentez kiriye, di vê pêvajoyê de têkoşîna bîrdozî zêde kiriye û veqetîna li ser bingeha bîrdozî-polîtîkî-rêxistînî derketina komunîstî ava kiriye.
Partiya me TKP/ML weke partiya pêşêng a proleterên Tirkiyeyê bi vî awayî derketiye holê.
Partiya me Marksîzm-Lenînîzm-Maoîzme ku berhema Marks, Engels, Lenîn, Stalîn û Mao ye weke teoriya pêşketina têkoşîna çînî ya proleterya û rizgariya tevahiya mirovahiyê dipejirîne. MLM hem berhem hem jî rêbera vê têkoşînê ye. MLM bîrdoziyek e; lê di heman demê zanîsteke dîrokê ye. Ji ber ku ew xwe dispêre tavahiya dîrokê û tevahiya têkoşîna çînî ya di dîrokê de û bi taybetî jî xwe dispêre têgihîştin û vekolîna girseya tevgera şoreşger akedkar û proleter. MLM tekane teoriya civakê ya têgihiştî, kêrhatî û heta dawiyê şoreşger e. Ew rizgariya tevahiya gelan di pêşengiya proleteryayê de dibîne û ji bo vê têkoşîna çînî weke rê nişan dide.
Ji ber vê helwesta xwe partiya me TKP/ML nûnera Tirkiyeyê ya Proleterya Enternasyonal e.
Tirkiyeya ku civak li ser pergalek nîv-feodal û nîv-mijogerî, bernameya şoreşê ya herî kêm Şoreşa Demokratîk e. (Şoreşa Gelê Demokratîk)
Di civakên nîv-feodal û nîv-mijogerî de çar naqokî rista çalak dilîzin. Ev naqkî ev in. 1- Naqokiya di navbera emperyalîzmê û girseyên mezin ên gel de, 2- Naqokiya di navbera girseyên gel û feoadîzmêde, 3- naqokiya di navbera proleterya û bûrjûwaziyê de, 4- naqokiya di navbera çîna serdest bi xwe de. Di welatên nîv-feodal û nîv-mijogerî de ligel gelek ku her welatekî gelek naqokî û rewşên wan ên xweser hene jî ev her çar naqokî naqokiyên sereke yên ku çawanî û bergeha şoreşa Gelê Demokratîk diyar dikin e.
Li welatê me Şerê Gel dê wek şerê gundiyan bê kirin. Partiya Proleteryayê hêza xwe ji gundiyên xizan û navîn digire. Li herêmên gundewar dê têkoşîna çekdarî birêxistin bike û herêmên azad ava bike. Bi Stratejiya Şerê Gel re ev herêm dê bere bere werin berfirehkirin û bi van herêman re bajarên mezin bên dorpêçkirin. Herî dawî jî dê bi serhildanekî giştî re welat bê kontrolkirin û gel bibe desthilatdar. Şerê Gel dê dûvdirêj be û Artêşa Rizgariyê ya Gel jî dê di vê demê de were avakirin. Eniya Yekgirtî ya Gel ji çîna karkeran, gundî, burjuvaziya-biçûk a bajêr û burjuvaziya neteweyî pêk tê. Ev enî dê di vê pêvajoyê de were avakirin. Eniya Yekgirtî ya Gel bi pêşengiya çîna karker û li ser bingeha tifaqa karker-gundiyan dê were avakirin. Di encama şoreşa me de bi pêşengiya proleteryayê dê desthilatdariya Dîktatoriya Gel a Demokratîk were avakirin.
Ji bo nakokiya di navbera emperyalîzm û welatên nîv-mêtingeh de were çareserkirin, divê hêzên emperyal ji welat bên derxistin û li dijî wan têkoşîna rizgariyê bê kirin. Ji bo çareserkirina nakokiya di navbera feodalîzm û gel de jî divê li dijî feodalîzmê şerê şoreşgerî yê navxweyî were kirin. Têkiliyeke xurt di navbera şerê navxweyî yê şoreşger û têkoşîna neteweyî de heye. Di vê pêvajoyê de carnan di be ku ji van nakokiyan yek ji yan din bêhtir li pêş be. Li welatên nîv-mêtingeh û nîv-feodal ên nerasterast ji hêla emperyalîzmê ve tên birêve birin de nakokiya herî zêde tê dîtin, nakokiya di navbera feodalîzm û gel de ye. Li hemû welatên ku emperyalîzmê bi şêwazê leşkerî dagir kirin, di navbera emperyalîzm û gel de nakokî derdikeve. Ev nakokî bi demê re vediguhere nakokiya herî sereke. Feodalîzm û emperyalîzm hev xweyî dikin û li ser gel zextekî herî paşverû dikin. Bi Şoreşa Gel a Demokratîk re ev zext dê bi dawî bibe. Ev nakokî bi têkbirina desthilatdariya çînên serdest re dê were çareserkirin. Sekna “Rêya têkbirina tundiya dij-şoreşgerî, tundiya şoresgerî ye”, sekna partiya me ya esasî ye. Li gorî partiya me, Şoreşa Gel a Demokratîk bi Şerê Gel ê demdirêj û dijwar pêkane. Sê qonaxên Şerê Gel hene: Parastina Stratejîk, Hevsengiya Stratejîk û Êrîşa Stratejîk.
Ploteryaya Tirkiyê parçeyek proleteryaya enternasyonale ye, berjewendiyên wê bi têkoşîna proleterya navneteweyî ya ber bi komunîzmê ve lihevhatî ne. Partiya me ji komunîzmê re radeya ku van berjewendiyan bingeh digire û wan fêhm dike re xizmetê dike. Ew taybetmediya ku karakterê komunîst ê partiya me diyar dike ev e. Civaka komunîst li her wehatê dê bibe encama dawîn a têkoşîna çînî ya proletaryayê ya ji bo sosyalîzmê. Di vê çarçoveyê de partiya me têgihiştina tekoşîna çînî û pêşkeftina civakî bi rol û berpirsyariyek dîrokî ya ku bi Şoreşa Demokratîk a Nû ber bi Sosyalîzmê ve diçe ku armanca me ya şoreşgerî ya herî kêm e qebûl dike.
TKP/ML bi qebûlkirina xeya siyasî ya ku rêheval Îbrahîm Kaypakkaya di dîroka xwe ya 49 salan de ji 1972’an ve destnîşan kirî tevdigere. Di vê çarçoveyê de wî di 1978, 1981, 1988, 1991, 1993, 1995, 2002, 2007’an de 8 konferans organize kir û di têkoşîna çînî de vîna partiyê rêxistin kir. Di sala 2019’an de jî di dîroka xwe de bi organizekirina kongreya yekem pêk anî, wê xeta Kaypakkaya di asta bernameyê de sîstematîze kir û li gorî geşedan û pêşketina 49 salan li ser domandina vîna xeta rêheval Kaypakkaya destnîşan kir.
Di heyema dîrokî ya 49 salan de Serokê Damezrênerê Partiya me Îbrahîm Kaypakkaya, Sekreterên Giştî yên Partiyê; Suleyman Cihan, Kazim Çelîk û Mehmet Demîrdag’ê, bi dehan qadroyên partiyê û bi sedan şervan di şerê ku wî li dijî dîktatoriya faşîst dimeşand de wenda kir. Partiya me di pêvajoya vegera ji sosyalîzma ku bi mirina Stalîn dest pê kir û bi mirina rêheval Mao Zedung qediya tu carî ala Komunîzmê berneda. Li pêşberî êrîşên bîrdozî yên dûr-dirêj ên ku bi paşverûtiyên di sosyalîzmê de hatine afirandin, dev ji berjewendiyên proleterya, prensîbên MLM, Stratejiya Şerê Gel a ji bo awayê şoreşê berneda. Di serdema têkçûna siyasî ya proleterya de ew di nimînendeya berjewendiyên xwe di asta herî jor de di xaka welat de bi dayîna şehîdan bi helwestekî bêhempa di asta prensîbê de di meşa xwe ya cihan û komunîzmê de pêş ket.
TKP/ML di dîroka xwe ya 49 salan de bi gelek rasgirî û çepgirî, tof(hizip) û pêvajoyên darbeye re rû bi rû maye. Di 1988’an de Nûnerê Çepê Biçûk-Burjûwaziya Çolê(Kır Küçük-Burjuvazisinin Sol Kanat Temsilcisi), DABK, berhema Nêrîna Leşkerî ya Paqij, bi nêzîkatiyek ku têgihiştina tof û partî piştguh kir ji partiyê veqetiya. Dîsa di 1994’an de Nêrîna Leşkerî ya Paqij ku di bin serokatiya partiyê de gihîşt hêzek cidî, li dijî têgihiştin û xeta partiyê darbeyek rêxistînî pêk anî. Di vê darbeya giran de partî ji nû ve hat rêxistinkirin û MLM jî li ser piyan sekini. Di dawiyê de tofên(hizip) navendî ya derveyî welat ku valahiya ku ji hêla darbeya dijmin ve li dijî partiyê hatî çêkirin vegûherand firsendekê û di têgihiştina partiyê de xeta rast tasfiyekar diparêze û xeta têkoşînê derket holê. Ev partî ku têkoşîn û şoreşgeriya wê qelse di 2017’an de ji partiyê veqetiya. Ji 1972’an vir de gelek bi darbeyên çep û rast ve li dijî partiya me êrîş hatine kirin û partiya me di van têkoşînan de xeta xwe bi hêztir hembêz kir.
Partiya me ji 1972’an heta îro dev ji doza Komunîzmê bernedaye. Bi mîsogerkirina domandina Stratejiya Şerê Gel û têkoşîna gêrîla li welatê me timî girêda û hewcetiya sereke ya têkoşîna çînî(sınıf mücadelesi) girêdayî welat ma. Rêbazên esas a partiyê, du xêzên têkoşînê û ji sekna xwe ya îlegal tawîz nedaye. Ji sala 1972’an ve bi destnîşankirina rêzeyek polîtîqa û rêgezên di derbarê taktîkên şoreşê de bi temsîliyeta proletarya re di her pêşveçûyînê de ye. Têkoşîna bîrdozî ya çalak û vekirî bi her cûre tevgerên reformist, revîzyonîst, oportunîst, Troçkîst, tasfiyekar û dij-MLM re domand û berdewam dike. Bi vê berhevdan û tecrûbeyê ew vîna xwe dimeşînin ku îro di derbarê têkoşîna çînî(sınıf mücadelesi) de erkên xwe yên bingehîn bicih bîne.
Artêşa Gel TİKKO û rêxistina ciwanan TMLGB di bin serokatiya partiyê de bi xebata xweya çalak û rêxistinkirî berpirsiyariyên xwe bicîh tînin.
Bijî tevgera me ya di rêya ronahiyê ya MARKSÎZM-LENÎNÎZM-MAOÎZM’ê de dimeşe!